Break newsNûçeslide

PYD mukir tê bi komkujiya gundê Til Xezal yê Kobanê

Yekîtî Media 4/2/2017

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD mukir hat bi komkujiya ku hêzên çekdar yên girêdayî wê partiyê li gundê Til Xezal yê bajarê Kobanê sala 2013an pêkanîn, ku di encamê de sê welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dan.

Ji bo vê yekê civînek li gundê Til Xezal hat girêdan di navbera xelkên gund de û nûnerên Rêveberiya PYDê de û bi amadebûna Enwer Mislim, bi mebesta lihevhatinê bi malbatên goriyan re.

Jêderekî taybet ji gundê Til Xezal ji Yekîtî Media re ragihand, ku PYD di civîna ku li dibistana gundê Til Xezal hat girêdan 3 milyon perê Sûrî wek tawîz da malbata her goriyekî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button