Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Putîn: Rûsya çek ji YPGê re neşandine

Yekîtî Media 15/5/2017

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn radigihîne, Rûsyayê çek ji YPGê re neşandine, ti pêwîstî tune ye ku çek bo Kurdên Sûriyê re were şandin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn li Paytaxta Çînê li Pekînê piştî platforma ku beşdar bû, di konferanseke rojnamevanî ragihand, vajî welatên din, em ti çekan ji hêzên Kurdî yên li Sûriyê re naşînin. Di baweriya me de, ti pêwîstî tune ye ku em çekan bidin wan.”

Herwiha Putîn got: “Rola Kurdên li Sûriyê di şerê li dijî DAIŞê de xwedî girîng e. Em pêwendiyê pê re dikin, da ku ti rûdanên bi şaşîtî nebin.”

Putîn amaje bi wê kir jî, ti sedem tune ye ku Enqere li ser pêwendiyên di navbera Rûsya û Kurdan de dilgeran be.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button