Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pûtîn: Kesek nikare rê li ber şandina petrola Kurdistanê bigire

Yekîtî Media 5/10/2017

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bal kişand ser dorpêça li hember Herêma Kurdistanê û got: “Qutkirina pêwendiyên li gel Kurdistanê ne di berjewendiya ti aliyan de ye.”

Serokê Rûsyayê Valdîmîr Pûtîn li Moskowê di civîna Heftêya Enerjiyê ya Rûs de axivî û got: “Pêwendiyên dîrokî yên li gel kurdan baş in. Em xwe tevlî vê pêvajoyê nakin, ti kesî li hember keseke din tûj nakin û sor nakin. Em bawer dikin, ku ji bo aramkirina gotûbêjên li dora Kurdistana Iraqê dibin, çi pêwîst be divê were kirin.”

Pûtîn li ser pirsekê, derbarê bangên derpêça li ser petrola Herêma Kurdistanê hişyarî da û ragihand: “Dorpêça petrolê ya li ser Kurdistana Iraqê dê nirxê petrolê zêde bike. Ez bawer nakim ti aliyek vê riyê bikar bîne.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button