Break newsNûçeslide

Potîn Meha Duduyan Ji Bombebarana Sûriyê Bi Bombebarana Sûkekê Û Karwanekî Hawarhatinê Bidawî Kir 

Rûsya îro meha duduyan ji bombebarana Sûriyê bi bombebarana Sûkekê û Karwanekî hawarhatinê bidawî kir. Kuştara dawî roja yekşembê 29.11.2015an bombebarana Sûkeke Gelêrî li Erîha li Gundewarê Idlibê bû, di encamê de 44 Şehîd û bidehan birîndar ketin. Her wiha Karwanekî hawarhatinê li bajarê Izaz ev sêyem car bombebaran kir, di encamê de 6 kes Şehîd ketin û 18yên din birîndar bûn.
Li gora serjimara Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ji destpêka dijminkariya Rûsî û Îranî ya asmanî di 30 meha Eylûla çûyî de, heta nuha 3330 şehîd ketine ji nav wan 640 ji encama bombebarana Rûsya tenê, lê hejmara êrîşên Rûsya giha 3668an ev derb bi rêjeya 94% li ser Artêşa azad û sivîlan bûn li Herêmên rizgarkirî û 6% li ser Herêmên di bin kontrola Daiş de bûn.
Di Meha duduyan de Rûsya Çekên giran li dijî sivîlan bikar anîn, ji nav wan jî bombeyên fosforî û Goşeyî yên ko navdewletî qedexe ne, û bombebaran gihan mal û milkên xelkê û navendên Bijîşkî ji nav wan jî sê Dibistan û 14 Nexweşxane û du Sûkên Gelêrî û navendek avpaqijkirinê û Geraceke Basan û Fabrîkayeke Dermanan û Fabrîkayeke pîşesaziya xurdemeniyan.
Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf got ko divê Rûsya dijminkariya xwe birawestîne û hêzên xwe bi temamî vekêşîne. Bêtir got “ev kirde operasiyona siyasî têk dibe û bandoreke neyênî li bizava navdewletî ji bo çareseriyê dike.”
Rawêjkarê yasayî yê Artêşa Sûrî ya azad Usama Ebû Zêd tekez kir ko dijminkariya Rûsya dê têk biçe. Hem diyar kir ko Hêzên Esed û yên Hizbullah û Pasvanên Şoreşger yên Îranî piştgiriya wan dikin û di bin sîwana asmanî ya Rûsya de “heta nuha çi pêşketineke istiratîcî bidest nexistine.”Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button