Break newsRaportslide

Polîsên trafîkê yên PYD belgeyên turimpêlan desteser dikin

Yekîtî Media 9/12/2016

Li bajarê Hesekê, polîsên trafîkê yên girêdayî PYD belgeyên turimpêlan desteser dikin bi mebesta ku wan turimpêlan li cem rêveberiya trafîkê ya PYD tomar bikin.

Mihemed Mihemed xwedanê turimpêleke kirê ji Yekîtî Media re ragihand, ku wan belgeyên wî desteser kirin û jê xwestin ku were rêveberiya wan daku turimpêla xwe tomar bike û nimra rêveberiya PYD wergire, û yê ku di maweyê 10 rojan de neçe wê 10 hezar sûrî wek muxalefe bide.

Beşekî mezin ji bajarê Hesekê ( navenda bazarê – çargoşeya ewlehî) di bin kontrola hêzên rêjîma Sûrî de ye, lewre turimpêlên ku nimreya rêveberiya PYD hildigirin nikarin biçin wan deveran jiber ku rêjîm wan musadere dike, û ew dever cihê kar û tevgerê ye, lewre ziyanek mezin li xwediyên turimpêlên kirê bi vê kiryarê tê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button