Break newsNûçeslide

Piştî Garantiyên Navdewletî Desteya Bala Ya Danûstandinan Biryara Beşdariya Di Cinêvê De Da 

Desteya Bala ya danûstandinan ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê ya ji Kongirê Riyadê hatiye bijartin, biryar da ko di Cinêvê de beşdar bibe, piştî ko “Garantiyên Navdewletî û Navnetewî bidest xistin, û ji bo diristiya Aliyê din ezmûne bike.”  
Ew di daxuyaniyekê de Desteya Danûstandinan doh Înê êvarî derxistibû ku tê de got”Me biryar da ko em di operasiyona siyasî de beşdar bibin da diristiya Aliyê din ezmûne bikin, piştî gotûbêja digel Tîma Netewên Yekbûyî.”
û diyar kir ko beşdarbûn “ çêbû ji bo cîbicîkirina pabendiyên Navdewletî û daxwazên mirovî wek destpêkekê ji Operasiyona danûstandinan re, û tekûzkirina Operasiyona veguhastina siyasî, di rêya damezirandina Desteya Desthilat ya veguhêz ya bi karûbarên tekûz”.
Daxuyaniyê diyar kir ko beşdarbûn ji ber ko “Desteya Danûstandina piştgirî ji Dewletên Erebî û yên heval dît bi taybetî piştî hevdîtina doh êvar digel Adil Elcibêr wezîrê derve yê Erebistana Siûdî yê ko piştgiriya welatê xwe ji biryara Desteya Danûstandinan re tekez kir.”
Her weha tiştê ko “Con Kêrî wezîrê derve yê Emerîka tekezî kir der barê  piştgiriya Welatê wî ji cîbicîkirina biryara 2254an û bi taybetî rewşa mirovî, ko dorpêçkirin bidawî bibe û hemû Girtî û Hêsîr bêne berdan û rawestandina yekser ji bombebarana Sivîlan re”
Hem jî tekez kir ko “Kêrî piştgiriya Welatê xwe ji cîbicîkirina veguhastina siyasî re diyar kir, ko li gora daxuyaniya Cinêvê 1 Desteyeke Desthilatiya  veguhêz bi karûbarên tekûz bête damezorandin. ”
Her wiha Desteyê tekez kir ko ew beşdar bûn li gora “piştgiriya ji hêla çend wezîrên derve yên dewletên Erebî û yên heval, û nameya Emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî ko tê de piştgiriya Rêkxistinên Navdewletî diyar kiriye ji bo cîbicîkirina pabendiyên mirovî û bi taybetî movika 12 û 13 ya ko di biryara Encûmena Ewlekariya Navdewletî hejmara 2254 de, her weha li gora bersiva ko Desteyê ji Şandyarê Navdewletî Stîvan Dî Mistora wergiritiye.”Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button