Break newsNûçeslide

Piştgiriya Girûpa Dostên Gelê Sûriyê Ne Biqasî Piştgiriya Rûsiya Ji Rêjîma Esed Re ye!

Îro, roja sêşembê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî hevdîtin ligel nûnerên çendîn dewletên dostên gelê Sûriyê kir, û di hevdîtinê de bi wan re pêşhatên meydanî û siyasî û bi taybetî rewşa penaberên Sûrî di dewletên têre derbas dibin û herwiha destêwerdana leşkeriya Rûsiya ya rasterast di Sûriya de û tevî pilana Dî Mistora hatin gengeşekirin.
Cêgira serokê Hevbendiyê Nexem Xadirî got: “ku dostên Sûriyê kêmterxemin di pişgiriya gelê Sûriyê de di biyavên siyasî û leşkerî de, berovajî piştgiriya berdewam ya ji aliyê heryek ji Rûsiya û ji Îranê bo rêjîma Esed”, û Xadirî tekez kir ku “çareseriya siyasî derbas nabe bi rêka tank û balfirên Rûsiya û kuştarên mêlîşeyên Îranê û Hizibulaha terorîst di derheq gelê Sûriyê de”.
Dîsa Xadirî got ku Hevbendiyê gav avêtine ber bidezgehkirina pêwendiyan ligel hêzên siyasî û leşkerî û yên sivîl û dîtina rêkarên têkliyên hevbeş di navbera wan de û tevî destnîşankirina karname û mêkanizmên kar û pabendiya tevan bi helwestên sînordar li hember pêşhatên siyasî û danîna mêkanizmên standina biryaran derbarê her guhertinekî di paşerojê de”.
Derbarê pilana Dî Mistora, Xadirî bal kişand ku hêzên siyasî û leşkerî û şoreşgerî hevdeng in di navbera xwe de li ser pilana şanderê navdewletî, û dazanîn ku hemû kok û hevdengin li ser lêvegera daxuyaniya Jinêv û pêşvebirina piroseya siyasî ber bi çareseriyek siyasî ku têde dirustkirina desteyeke fermanriwiya veguhêz bi tevaya desthilatên cêbicêkirinê tevî desthilatdariyên serokatiyê û yên siyasî bêne misoger kirin.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button