Pirsa Kurd nabe bê paşxistin

Salar Salih

Piştî rawestandina şer û biserketina agirbestê û kongirê Astana , Kongirê Cenêv 4 wek cihekî giring tê pesinandin jibo danîna bingehên çareseriya siyasî li Sûriyê ku ji qonaxa veguhêz dest pê dike û damezirandina desteyeke veguhêz dûvre danîna destûreke nû û veguhestina desthilatê ji rêjîma niha jibo rêjîmeke hilbijartî, divê ku çareseriyek giştî ji qeyrana Sûriyê re pê dîtin, nabe tu pirs an dose bên paşxistin jibo qonaxa piştî damezirandina sîstema siyasî ya nû.

Pirsa miletê Kurd li Sûriyê wek pirsa netewekê di hundirê Sûriyê de nabe bê paşxistin jibo qnaxek dîtir, divê ku çareseriyek guncaw ji pirsa miletê Kurd re bê dîtin di hundirê Sûriyeke fedral û piralî de, pirsa Kurd divê yek ji pirsên serekî be li ser maseya danûstandinan li Cenêv 4, nabe mafê miletekî bikeve bin desthilata dengdanê ya ku raya piraniya miletê Sûrî ji netewa Ereb têde biserdikeve jiber ku piraniya miletên Sûriyê ne, divê sazan li ser van mijarên giring çê bibin.

Kurd li Sûriyê miletekî resen in li ser xaka xwe ya dîrokî dijîn ( Kurdistana Sûriyê ) ku beşek e ji Kurdistana mezin , lewra ew ne kêm netew in lê rewşeke dîrokî ew tevlî cuxrafiya Sûriyê kirin li gel çend netewên dîtir, Sûriyê welatekî pir netewe ye û pir ol û tîre ye, lewra nabe sîstemek navendî wek sîstema Baas ya berê li Sûriyê bê avakirin, divê ku destûrek nû ji Sûriyê re bê nivîsandin ku bingeha dewleteke piralî dîmokrasî fedral li Sûriyê saz bike, ku têde hemû netewe û ol û tîre mafê xwe yên rewa bidestxînin.

Eger pirsa Kurd hat paşxistin di Cenêvê de, Rêjîm û Rikberî jî dê lihev nekin, jiber pirsa Kurd pirseke serekî ye û çareserkirina wê bi rengekî dadmend bingeheke jibo dabînkirina sîstemeke siyasî aram li Sûriyê, paşguhkirina pirsa Kurd tê wê watayê ku pêkhateyên Sûriyê hevdû napejirînin û danpêdanê bi mafên hev nakin û ev yek rê li pêşiya parçebûna Sûriyê vedike.

You might also like

Comments are closed.