Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Peykerê Ehmedê Xanî hate rûxandin

Yekîtî Media 28/6/2017

Çend roj berê li navçeya Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî hatibû şikandin. Li ser vê bûyerê Şaredariya Bazîdê diyar kir, ku peyker “bi şaşî” hatiye şikandin.

Di 22ê Hezîrana 2017an de li navçeya Bazîdê peykerê Ehmedê Xanî hatibû şikandin. Ev bûyer ji aliyê kurdan ve rastî bertekeke tund hat û li medyaya civakî nerazîbûn hate nîşandan.

Şaredariya Bazîdê li ser malpera xwe ya fermî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin:

“Ji aliyê şaredariya me ve, di 22ê Hezîrana 2017an de, dema ku çêkirina rêyan û sererastkirina peyarê û refujan berdewam bû, ji aliyê makîneya kar ve bi şaşî zirar li peykerê Ehmedê Xanî ku di nav refuja kêlekê bû, hatiye dayîn û peyker ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatiye rakirin.”

Şaredarî herwiha aşkere kiriye, ku ji aliyê şaredariyê ve peykerekî nû tê çêkirin û di demeke kin de dê peyker deynin cihê xwe.

Serokê Şaredariyê Ulaş Akhan di 24ê Çileya 2017an de li şûna Serokê Şaredariyê Rohat Ozbay weke qeyûm hatibû danîn.

Herwiha qeyûmên ku li şaredariyên Bakurê Kurdistanê hatine danîn, li Amedê peykerê Bîranîna Roboskiyê û li Qoserê jî peykerê Bîranîna Ugur Kaymaz rakiribûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button