Break newsNûçeslide

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

Yekîtî Media 18/10/2017

Serokê Herêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê êrişên Heşda Şeibî û hêzên Artêşa Iraqê li ser ser Kerkûkê û deverên Kurdistanî de peyamek belav kir.

Mesûd Barzanî di peyama xwe de ragihand: Tiştê ku li Kerkûkê û çend navçeyan rû da, encama tevger û rêkevtina çend kesan bû ligel hikûmeta Iraqê.

Barzanî dibêje: Bi dirêjahiya dîrokê gelê Kurdistanê di bin gef û zulmê de bûye û mafên wan hatiye binpêkirin. Di dîrokê de gelê Kurdistanê berevanî li nasnameya xwe kiriye û rastî cenosîd û komkujiyan hatiye, ya herî dawîn êrişa hovane ya terorîstên DAIŞê bû li ser Kurdistanê û cenosîda Kurdên Êzidî.

Li gel wê jî gelê Kurdistanê herdem ji bo çareseriya aştiyane gav avêtine û tu deman şer nexwastiye, lê belê şer li ser me hatiye ferzkirin û  hemû hewlên xwe bo çareseriya aştiyane dane ji bo mana xwe û gihîştina bi armancên xwe.

Armanca sereke ya me jî ewlehî û mafên gelê Kurdistanê bû ye.

Li ser rewşa Kerkûkê û tiştên ku li wî bajarê Kurdistanî qewimî, Serok Barzanî wiha dibêje:

Welatiyên ezîz, ewa ku li bajarê Kerkûkê rû da, di encama biryara yekalî ya çend kesên di nava aliyeke siyasî yê navxwe yê Kurdistanê bû, ku herî dawî bûye sedema wê yekê ku hêzên pêşmerge bi wî awayê ku hate dîtin, paşve vekişin û di encama wê paşvevekişînê de, xeta temasê ya berî destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ya 17-10-2016ê di navbera Bexda û Hewlêrê de bûye bingeh ji bo lihevkirina derbarê çawaniya belavkirina hêzên Iraqê û Herêma Kurdistanê.

Em cemawerê Kurdistanê piştrast dikin ku ewê pêwîst û tê kirin, ji bo parastina destkeftên me û aramî û asayîşa xelkê tê kirin.

Barzanî dibêje: Niha jî em tekezî li ser parastina yekrêzî û berxwedana gelê Kurdistanê û hêzên siyasî dikin, û ji dezgehên medyayê daxwaz dikim bi giştî di astê hestkirina bi berpirsiyaretîya netewî û niştimanî muamele ligel rewşa hestyar ya Kurdistanê û Îraqê bikin.

Gelê Kurdistanê yê xweragir. Cemawerê dilsoz û xwebexş, pêşmergeyên qehreman, malbatên şehîdên me yên serbilind, ew xwîna ku we di riya azadîya Kurdistanê de pêşkêş ir, û îro jî her pêşkêş dikin, ew dengê zelal û bilind ku we ji bo serxwebûna Kurdistabê bilind kir û gihande hemû aliyan û welatên cîhanê, rojekê ji rojan vala naçe û vala nadin jî.

Di dawiya peyama xwe de serok barzanî wiha dibêje:

Gelê Kurdistanê yê bi hîmmet, hêz û rola we ya qehreman, zû yan dereng, her wê bigihê armanca xwe ya rewa û pîroz, îro roja bawerbûna bi hêz û yekrêziya gelê me ye.

Mesûd Barzanî

17.10.2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button