Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Peyama Serok Barzanî bi boneya 26 saliya raperîna cemaweriya Kurdistanê

Yekîtî Media 6/3/2017

Deqa peyama Serok Barzanî bi boneya 26 saliya raperîna cemaweriya Kurdistanê :

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bîst û şeş sal li ser raperîna xelkê Kurdistanê ya li dijî sîtem û zordarî û dagîrkeriyê da derbas dibe. Ew raperîn ezmûnekî bê wêneye di dîroka gelê Kurdistanê ya li yekrêzî û serkeftinê da. Yekrêziya aliyên siyasiyan û palpiştiya gel bû, bû sedema pêkhatina serkeftina raperînê ku rastiyê de werçerxaneke li dîroka tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û Parlemen û Hikûmet û hilbijartin û azadî pêkhat.

Yekrêzî û yekdengî waneya pir bihaya raperîna bihara 1991 e hem ji bo niha û ji bo nifşên paşarojê jî. Niha ku gelê me li qonaxekî pir li derfet û gefan de dijî, bi navê derbasbûna ji wê qonaxê zêdetirê her demekî pêwîstiya me hest bi berpirsiyarî û yekrêzî û li ber çav girtina berjewendiyên bilindên Kurdistanê heye, ji bo wê yekê ku serkeftin mîsoger bibin û ev qonaxa hestiyar bi serkeftî derbas bikîn.

Bîranîna salvegera raperînê di demek de dikîn ku Pêşmergeyên me yên qehreman serkeftinên mezin li beranber terorîstên Da’îş de tomar kirine, gelê Kurdistanê qurbanî daye û tehemula dijwar û qonaxên dijwar kirine, ji bo wê yekê jî baştirîn wefa û bersîv ji bo raperîn û Pêşmerge û qurbanîdana gelê Kurdistanê serbixweyî û rizgariya yekcarekiye. Bi pêwîstî dizanim eve bi xelkê xweragirê Kurdistanê rabigihînim ku paşarojeke geş û ronak li benda welatê me ye û raperîn û xwîna Pêşmerge û qurbanîdana gel berhem û encama xwe dibê.

Li bîranîna raperînê da hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên me yên serbilind û rêz û pêzanînên min jî ji bo wan têkoşer û qehreman û hemwelatiyan heye ku rola xwe li raperîn û yarmetîdana Pêşmerge û serxistina raperîna xelkê Kurdistanê da hebû.

Mesûd Barzanî

05.03.2017

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button