Break newsGotarslide

Pêwîstiya Diyalogê

Salar Salih

Di dema dawî de hilmeteke mezin li dijî xebata ENKSê ya diplomasî û siyasî li ser malperên tora civakî ( facebook ) destpêkir, û doza hat kirin ku ENKSê dest ji cihê xwe di nava rikberiya Sûrî de berde, û hewla sazkirina platformeke kurdî bike, herweha fişarek mezin jî dibe li dijî xebatên ENKSê û guftûgoyên wê ligel aliyên rikberiya Sûrî ya siyasî.

Li tev ku ji mafê her kesî ye baweriya xwe bibêje û derbibre, û rexneyan li karê ENKSê û nûnerên wê bike, lê piraniya van rexneyan ne di cihê xwe de bûn, çimkî dûrketina ji danûstandinên Cinêvê û birrîna pêwendiyan bi rikberiyê re gaveke şaş e û li paş e.

Diyalog û guftûgo ji şêweyên aştiyane ne ji bo çareserkirina pirsgirêkan, û ew pir giring û pêwîstin ji bo çareseriya pirsa Kurd û avakirina Sûriyeke fedral û demokrat , çiku ENKSê hêzeke siyasî ye xebata xwe bi rengekî aştiyane dike, lewra diyaloga bi hêzên rikberiya Sûrî re derfeteke giringe ji bo guhertina nerînên rikberiyê derbarî daxwazên miletê Kurd li Sûriyê, û pejirandina van daxwazan.

Tiştê herî giring û balkêş ku nûnerên ENKSê di danûstandinên Cinêvê de di asta pirsa xwe de bûn , û tu belge ne pejirandin û imze ne kirin ku mafê miletê wan paşguh dikin, ev yek jî xaleke erênî ye ji şanda ENKSê re tê tomarkirin.

Çanda diyalogê û mifayên wê hîn qels e di civaka Kurdî û ya Sûrî bi giştî de, û wê hin deng li vir û wir derkevin ku bi nijadperestiyê û têkilbirrînê bangkin, lê pêwîste em nas bikin ku avakirina dewletên pêşketî û pesendkirina mafan bi tunûtujiyê pêknayên, tenê bi diyalogê û danûstandinê û rêkeftinê tên pesendkirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button