Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêşmerge û PKKê li ser agirbestê lihevkirin

Yekîtî Media 3/3/2017

Piştî şerê îro yê di navbera Pêşmergeyên Roj û PKKê de, fermandariya herdu aliyan agirbestek demkî ragihandin.

Îro li Komelgeha Xanesor a ser bi devera Şingalê di navbera Pêşmergeyên Leşkerên Roj û hêzeke ser bi PKKê ve ya bi navê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) de şer derket.

Ji bo asayîkirina rewşa Xanesorê, berpirsên Wezareta Pêşmerge û fermandeyên PKKê bi hev re civiyan û agirbesteke demkî bo 24 demjimêran ragihandin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hêmin Hewramî li ser hesabê xwe yê twitterê li ser rûdana pevçûna Pêşmergeyên Roj û YBŞê li herêma Şingalê da xuyakirin, di encama danûstandinan de Pêşmerge û PKK hevbîr bûne ku ji bo agirbesteke 24 demjimêran li hev bikin.

Komelgeha Xanesorê dikeve bakurê rojavayê zincîreya çiyayê Şingalê û rojavayê nahiya Sinonoyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button