Break newsGotarslide

Pêşmerge nexşeya Kurdistanê nîgar dike

Salar Salih

Bêguman beşdariya hêza pêşmerge wek hêzeke serekî di şerê rizgarkirina bajarê Mûsilê de ji rêxistina Daişê ya terorêst tê wateykê mezin û gelek karvedanên wê yên siyasî dê hebin, beşdariya di şerê Mûsilê de tê piştî ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Bexdayê kir û rêkeftin ligel Hikûmeta Iraqî danîn.

Li gor agahiyên ku li ser wan rêkeftinan hatin diyar kirin, mijara serxwbûna Herêma Kurdistanê xala serekî bû di wan rêkeftinan de, ku herdû aliyên pêwendîdar Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dê danûstandinên yekser li ser pirsa serxwbûnê bikin, û li gor rewşa meydanî tê xuyanê kirin ku piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê rêxistina Daişê ya terorêst gavên praktîk ji bo cîbicîkirina rapirsînê û danîna sînorên dawî û ragihandina serxwebûnê dê bêne avêtin.

Şerê rizgarkirina Mûsilê ew dergehê dewletbûna Kurdistanê ye, û Pêşmergeyên qehreman sînorê Kurdistanê bi xwînê nîgar dikin, û bi dawî bûna vî şerî qunaxa serxwebûnê dest pê dike û di demeke ne dirêj de dê dewleta Kurdistanê li rojhilata navîn bête avakirin û bibe temezeke berbiçav.

tevî ew hewlên ku dijminên miletê kurd kirin, û pîlanên Îranê û Nûrî El-Malikî li dijî Herêma Kurdistana Iraqê, û radestkirina bajarê Mûsilê û çekên giran yên artêşa Iraqê ji bo terorêstan ku pîlaneke duristkirî bû bi armanca ji navbirina Herêma Kurdistana Iraqê ya fedral û herifandina xewna kurdî di serxwebûnê de, lê hêza pêşmerge di demeke kurt de cardî xwe bi rêk û pêk kir û bi alîkariya welatên beşdar di Hevpeymaniya Navnetewî de li dijî rêxistina Daişê deverên ku ketibûn destê Daişê de di encama wê pîlanê de vegerandin, û li nik vê yekê jî ranawestiayn, lê herweha şerê terorê berdewam kirin ta ku hemû xakên kurdistanî yên ku li derveyî sînorê Herêma Kurdistanê bûn ( ango xakên di bin siya benda 140 ji destûra Iraqê ) bi dest xistin.

Piştî sed salî ji peymana Saykis – Pîkot ê , niha li rojhilata navîn nexşe tên guhertin, hin dewlet tên herifandin û li şûna wan dewletin nû tên avakirin, yek ji wan dewletên nû Kurdistan e, û çiqasî dewletên herêmî şerê vê guhertinê bikin û pîlanan di riya serxwebûna Kurdistanê de bi afirînin, ew nikarin gera dîrokê rawestînin, niha dîrokek nû ji herêmê re bi destê kurdan tê nivîsandin, niha kurd xwedî hêzeke mezin in di herêmê de, û gelek hevalên wan yên dilsoz çê bûne, niha sînorên Kurdistanê bi xwînê tên nîgar kirin, û rêkeftinên navnetewî li ser vê bingehê dê bêne avakirin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button