Break newsNûçeslide

PDK-S nikare li ser navê 4 partiyan tevbigere

Qamişlo (Rûdaw) – Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilehemîd Hecî Derwîş rexne li Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PKD-S) kir û ew tometbar kir ku hin caran dixwaze wek PYDê xwe ferz bike.

Hecî Derwîş di daxuyaniyeke taybet ji bo Rûdawê, bal kişande ser rewşa hundir a Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku partiya wî jî endamekê wê ye.

Derwîş ji PDK-Sê xwest ku destberdarî hinek daxwazên xwe bibe, ji ber ku ew niha yek partî ye û nikare bi navê 4 partiyan tevbigere.

 

Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî, Ebdilhemîd Hecî Derwîş de hişyarî da û got, rewşa civakî, aborî û siyasî li Rojavayê Kurdistanê gelekî xirab bûye.

 

Bi gotina sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû, niha ji sedî 30 ji kurdan ji Rojavayê Kurdistanê derketine.

 

Di baweriya Ebdilhemîd Hecî Derwîş de, PYDê bi siyasetên we yên çewt li hember vê rewşê û bi taybet rewşa siyasî berpirsyar e.

 

Derwîş herwiha got, eger kurdên perçeyên din ên Kurdistanê li rewşa Rojavayê Kurdistanê nepirsin, dê rewş hêj xirabtir bibe.

 

Ji bo çareserkirina vê rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî, Ebdilhemîd Hecî Derwîş dibêje, ewê wek partiyên kurdî bi hevre kar bikin û li hember van siyasetên PYDê yên ku wan wek çewt bi nav dike, bisekinin.

 

Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû herwiha ji xelkê Rojavayê Kurdistanê jî daxwaz dike ku warê xwe bi cih nehêlin û siyasetên PYDê qebûl nekin.

 

Di bersiva pirsekê de ku gelo wê ti insiyatîfeke din hebe ji bo ku Encûmena Niştimanî ya Kurd û PYDê li hev bicivin û nakokiyên xwe çareser bikin, Ebdilhemîd Hec Derwîş diyar kir ku rêkeftina vê dawiyê ya ku li Hewlêrê pêk hat, derfeta dawî bû.

Di nêrîna Derwîş de, ewê ti tecrûbeke din ligel PYDê çênekin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button