Break newsNûçeslide

PDK: PKK rêkeftinên jêrbijêrane yên muxabaratî ligel rêjîmên herêmê bicî dike

Yekîtî Media 15/3/2017

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de nîgeraniya xwe derbarê “Derxistina aloziyan bi destê şaxê PKKê li Rojavayê Kurdistanê” derbirî û ragihand, (PYD) bi dîktatorî riftarê dike.

Di beşeke din ya daxuyaniya Polîtbîroya PDKê de hatiye “(PYD) Bi çek û zorê xwe spandiye û hemû partî û rêxistinên siyasî xistine jêr terora hizrî û siyasî. Dûvçûnê li pişt Serkirde, endam û alîgirên wan partiyan dike û xebatkarên Kurd dixe zîndanan. Çalakiyên siyasî qedexe kiriye û bi ser baregehan de digire, talan dike û dişewitîne.”

Di daxuyaniyê de hat jî “Em PDK tevî nîgeraniya me ya mezin, ev cure kiryar bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha tê de hatiye “PKK li Rojavayê Kurdistanê di bin navê PYD bilindkirina ala Kurdistanê û endamên ENKS û her partiyeke din ji bilî PKKê, bi tawan dinase. Bi hizr û kiriyarên li dijî hemû buha û diruşmên Kurdistanî û serxwebûnê ye. Destê xwe ligel hemû projeyên herêmê têkel kiriye, ku rê li ber gihêştina xebata netewî û niştimanî ya Kurd digire û tenê bûye hêzek ji wan planan re.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hatiye, “Ev riftar û kiryarên PKKê yên bi navê PYD dike, ji bilî qorxkirina qada siyasî û hemû sêwazên çalakiyên sivîl û demokrasî, herwiha dijayetiya li hember xebata çendîn salên gelê Kurd yê xweragir li Rojavayê Kurdistanê dike. Herwiha PKK rêkeftinên jêrbijêrane yên muxabaratî ligel rêjîmên herêmê dike û xwe dike beşek ji planekî herêmê ya ku encamên wê ne diyar in.”

Polîtbîroya PDKê amaje bi wê dike “Qurbanîdana Kurda û xwîna hemû ew xortên dilêr yên ku di şerê li dijî teroristan û azadkirina xaka Kurd de tên beşxşandin, winda dike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button