Break newsNûçeslide

PDK bersiva Tevgera Goranê dide

Yekîtî Media 16/8/2017

Berpirsê Liqê Du yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, me peyama Tevgera Goranê di riya ragihandinê re bihîst û bersiva wê didin.

Berpirsê Liqê Du yê PDKê Ehmend Kanî got: “Hevalên polîtburoyê ligel komîteya danûstandkar a bi aliyên siyasî re peyman Tevgera Goranê gotûbêj dikin û bersiva wê didin.”

Got jî: “Hêvîdar in ew jî bêne nava bereya aliyên siyasî bo serxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku dilniya ne pirsa birêvebirina referandûmê, piştre ragihandina dewleta serbixwe a Kurdistan ji hemû erkan mezintir û çarenivîstir e.”

Berî çend rojan Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê di daxuyaniyekê de helwesta partiya xwe derbarê referandûm û aktîvkirina parlementoyê de ragihand, Tevgera Goranê daxwaza paşxistina referandûma serxwebûna Kurdistanê kiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button