Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PDK-Bakur: Em ji bo yekîtî û lihevkirina Kurdan dixebitin

Yekîtî Media 24/3/2017

Meclisa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur daxuyaniyek belav kir, ku çapek jê gihêşt malpera Yekîtî Media .

Ev deqa daxuyaniya PDK-Bakur e.

Ji Raya Giştî Re

Ji roja avakirinê heta îro li dijî partiya me PDK-Bakur êrîş û komplo(dek û dolab) pêk tên û îro dîsa partiya me bi komployeke qirêj re rû bi rû ye.

Grûbeke ku qaşo xwe bi navê ‘’Komîteya Amedekar a Kongreya 12’mîn’’ bi nav dike nav û amblema partiya me bi awayekî korsanwarî bi kar tîne û daxuyanî dide û bangewaziya dike.

Mixabin tu têkiliya van belavokan bi PDK-Bakur re tine ye û di encama dest û tifaqên qirêj de derdikevin holê, ev jî parçeyek e ji lihîstoka ku mîhraqên şer li ser partiya me dilehîzin.

Bingeheke wan a hiqûqî tine ye, provokasyon e û nemeşrû ye, wê di çerçoveya hiqûqa partiyê de ji ew kesên ku hiqûqa partiyê dikin bin lingan hesab were pirsîn.

Şertên komcivîna kongreyê di destûrnameya(tuzuk) partiyê de diyar in. Ji bo kongre were civandin an  bangewaziya Serokê Giştî anjî bi bangewaziya 2/3’an  endamê Meclîsa Partiyê pêwîst e.  Ji bilî van tu meşrûtiyeteke bangewaziyên din tine ye.

Armanca ev kesên ku bi civîna korsan a Amedê dixwazin di mejiyê rayagiştî de tevliheviyê çêkin çiye?

Yekitiya PDK’yan biryara kongreya 11’mîn bû û  Komisyona Bilind Damezirandin a Partiya Demokrat a Kurdistanê qonaxa gihîştina projeyê di dîroka 16 Sibat 2017’an de  bi vî awayî îfade dike:

“Herweha heyeta damezrêner ku bi beşdariya gelek aliyên kurd û Kurdistaniyan pêk hatiye, gihiştiye qonaxeke giring û ev xebata hanê jî ber bi dawiyê hatiye. Di demeke guncav a siyasî de dê serlêdana fermî ji bo damezrandina partiyê bê kirin û damezrandina PDKyê were ragihandin.

PDK ji bo tevahiya kesayetî û aliyên kurd ên neteweyî re vekiriye. Em li hêvî ne, ku xelkê me dê bi berpirsyarî û hesasiyeteke niştimanî beşdarî û alikariya hewladanên me bike. Di heman demê de divê mirov ji wan guftûgo û polemîkan dûr bikeve ku ji berpirsyariya niştimanî dûr in û ne di berjewendiya xet û xebata neteweyî de ne.”

Bi rastî me jî dipa ku ev kesên xerabker di vê pêvajoya ku em ji bo yekitî û tifaqa kurdan dixebitin wê vala nesekinin û wê xençerê li PDK’yê bidin û xisarê bidin yekitiya kurdan.  Bi ser de jî ji bo komcivîna korsan di propogandaya devkî de navê Serokê PDK-Bakur û endamê Meclîsa Partiyê bi kar tînin. Armanca vê lihîstoka qirêj astengkirina avakirina PDK’ê wek partiyeke xurt a legal e. Dixwazin ku kurd ji siyaseta legal bêpar bimînin û heta ku karibin xisarê bidin kurd û Kurdistanê.

Serokê partiyê û endamê Meclîsa Partiyê û hemû dezgehên me li ser erka xwe ne. Di rojeva me de kongre tine ye lê, avakirina partiyeke legal û hevkar heye.

Partiya Demokrat a Kurdistan a legal ku projeya yekitiyê ye dê were avakirin. Em û hevkarên xwe bi biryar in. Hemû hêzên siyasî ên Kurdistanî piştgiriya vê projeyê dikin û silav dikin.

Xebat û tekoşîna ku ji bo ev grûba ji riya xelet û bêxêr were vegerandin hate kirin bêencam ma.

Em îlan dikin ku tu pêwendiya PDK-Bakur’ê bi organîzatorê civîn û kongreya korsan a ku dê li Mîtanî Otêl’a Amedê were kirin tine ye. (Amed – 22 Adar 2017)

Ji Raya Giştî Re Bi Rêz Tê Îlankirin.

Meclîsa Partiyê a PDK-Bakur.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button