Break newsNûçeslide

Pasdarên Îranê li Şingalê ligel YBŞê civiyane

Yekîtî Media 5/3/2017

Hate ragihandin, ku di dema derbasbûyî de hinek efserên Supaya Pasdarên Îranê û Heşda Şeibî ya Iraqê serdana Şingalê kirine û ligel berpirsên YBŞê hevdîtin pêk anîne. Rojeva hevdîtina wan jî çawaniya bicîhbûna YBŞê ya li Şingalê û pirçekkirina wan bûye.

Li gorî rojnameya Şarq El-Ewset hinek çavkaniyên iraqî eşkere kirine, ku hêza Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê ve her meh mûçeyê xwe ji desteya Heşdî Şeibî ya Iraqî werdigrin.

Hevdem berpirsekî YBŞê jî eşkere kiriye, ku di dema derbasbûyî de efserên Supaya Pasdarên Îranê û Heşda Şeibî ya Iraqê, serdana baregaha YBŞê ya li Şingalê kirine û ligel berpirsên YBŞê hevdîtin pêk anîne.

Li gorî rapora Şarq El-Ewset di hevdîtnê de çawaniya bicîhbûna YBŞê ya li Şingalê û bi çekên giran pirçekkirina hêzên YBŞê li Şingalê hatiye gotûbêjkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button