Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Partiyên Kurdistanî bersiva gotinên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê dan

Yekîtî Media 20/12/2016

Li ser gotinên Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Bûrhan Kuzu ku li ser tora medyaya civakî belav kir, nerazîbûnên rêxistinên Kurdan çêbûn. Gotinên Bûrhan Kuzu ku li ser Şêx Saîd tometan bar kiribû, îro  ji aliyê partîyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê ve hate şermezarkirin û banga xwestina lêborînê ya van gotinan li Kûzû hat kirin.

Gotinên Bûrhan Kûzû yên Şêwirmendê Serokomariyê, ku di derbarê Şêx Seîd de gotibû; “ Hevdîtinên Lozanê dest pê kirin, di konferansa meseleya Mûsûlê ya ku li Stenbolê tê nîqaşkirin de yên li Bakur serhildana Şêx Saîd derxistin çi nemerd bûn, yên îro jî wekî wan nemerd in.” ji aliyê Kurdan ve rastî nerazîbûnan hat.

Partiyên Kurdistanî yên li Bakur, bûn pêşengên van nerazîbûnan û bang li Kûzû kirin da ku ew li hember cenabê Şêx Saîd lêborîna xwe bixwaze.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button