Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Partiyên Bakurê Kurdistanê ji bo Kongreya Neteweyî daxwaza yekîtiyê kirin

Yekîtî Media 18/2/2017

Li Diyarbekirê, ji Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser pêşniyaza PKK’ê û sazî û dezgehên nêzîkî PKK’ê ku daxwaza pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd dikin, nêrînên xwe anîn zimên. Li gorî rêveberên PAKê, PKK li dijî dewletbûyînê derdikeve lewra daxwaza wan a kongreyê ne ji dil e. Li gorî rêveberên HDP’ê jî; aliyên Kurd di bin bandora neteweyên dijberî yekîtiya Kurdan de mane ji ber vê yekê kongre paşve maye.

Piştî daxwaza pêkhatina Kongreya Neteweyî ya PKK’ê û sazî û dezgehên sivîl ên nêzîkî wê;beriya çend rojan, civaknas û nivîskar Îsmaîl Beşîkçî ragihandibû ku, hîn PKK’ê alaya Kurdistanê qebûl nekiriye û ji hêzên Kurd zêdetir, bi welatên derdorê re di nav pêwendiyê de ye; ji ber vê yekê jî ew wekî kes; vê daxwazê di cih de nabîne. Li ser vê babetê, ji partiyên ku nûnertiya Kurdên bakur dikin jî nêrîn û pêşniyaz hatin ragihandin.

Li ser daxwaza kongreyê ku car din ket rojevê; yek rêveberên Navenda Giştî ya PAK’ê Wahîd Aba, guftûgoyên dawîn ên li ser vê daxwazê û nêzîkahiya aliyên PKK’ê,bi van gotinan anî zimên. Aba ji K24ê re wiha axivî: “Ew ji bo Bakur dibêjin; welatekî hevbeş, lê ne bi Kurdan re, bi Tirkan re welatekî hevbeş dixwazin. Kesên ku netewebûnê bixwazin, divê di serî de welatê xwe bixwazin.”

Sedema paşxistina Kongreya Neteweyî, ji aliyê endamê PAK’ê Dr. Dildar Mihemed Silêman ve hatibû ragihandin û li gorî daxuyaniya hatibû dayîn; li ser şert û mercên aliyan, biryara paşxistinê hatiye dayîn. Li ser vê babetê, Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Îmam Taşçier ku yek ji endamên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd bû, nêrînên li ser daxwaza kongreyê, wiha rave kir;

Taşçier got: “Komîteya Amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurd,

divê pêşî her parçe di nav xwe de civînên xwe çê bike û amadebûna xwe bibêje. Dema ku her parçe amadebûna xwe bibêje û bi vî awayî 4 parçe werin gel hev, di cîhanê de ti dewlet nikare li hemberî Kurdan bisekine. Lê ku 4 parçe di nav xwe de li hev nekin, dê çawa di kongreyê de li hev bikin? Ew çax hîn zehmetir e.”

Pêşniyaza nûnerên partiyên Bakur ew e ku di serî parçeyên welêt di nav xwe de li hev bikin, piştre çar parçe bigihîjin  hev û car din dest bi amadekariyên kongreyê bikin. Li gorî nêrîna partiyan a hevpar, pêkhateyên herî bihêz ên Kongreyê, PDK û PKK ne û heger ew di nav xwe de li hev bikin, dê astengî li pêşiya kongreyênemînin.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button