Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Partiyên Bakurê Kurdistanê : Şingal beşeke Kurdistanê ye

Yekîtî Media 5/3/2017

Partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê wek PAK, PSK û PDK-Bakur di derbarê pevçûna ku di navbera PKK û Pêşmerge de rû dayî de daxuyaniyeke hevpar ji raya giştî re parve kirin. Partiyan bang li aliyan kirin ku dîrokê daye nîşan ku şerên wiha ne di berjewendiya xelkê kurd de ye.

Pevçûna ku di navbera PKK û Pêşmergeyan de rû dayî di siyaseta Bakurê Kurdistanê de jî rastî nerazîbûnê hat. Partiya Azadiya Kurdistan (APK), Partiya Sosyalîst a Kurdistan û PDK-Bakur bi daxuyaniyeke hevpar bang kirin ku, ezmûnên dîrokî yên gelê Kurdistanê bi dehan cara ispat kirîye ku şerê navxweyî birînên kur di dil û hişmendîya gelê Kurd  de çêkirîye. Xêrnexwazên miletê Kurd her ji van şerên navxweyî sûd girtine.

Di daxuyaniya hevpar de di derbarê rêvebirina Şingalê de jî hate gotin ku Şingal perçeyeke Kurdistanê ye. Nabe ku bêyî xwestin û îradeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu hêzên çekdarî ji Hikûmeta Kurdistanê re sergêjî û pirsgirêkan derxîne. Di vê çarçoveyê ji aliyan hate xwestin ku Pêşmergeyan Roj û PKK  şer û pevçûnên bi vî rengî dubare nekin û her alî li gorî biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê tev bigerin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button