Break newsRaportslide

Partiya Yekîtî salvegera yekem ya koçbûna gorbuhiştî Ismaîl Hemê vejiyand

Yekîtî Media 19/8/2017

Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, doh înê 18ê tîrmehê, salvegera yekem ya koçbûna gorbuhiştî Ismaîl Hemê sekretêrê berê yê partiya Yekîtî û serokê berê yê ENKSê li gundê til Dîk li gundewarê Dirbêsiyê vejand, bi beşdarbûna nûnerên ENKSê û partiyê siyasî û rêxistinên sivîl û cemaweerekî mezin.

Di boneyê de Fesla Yûsiv gotina ENKSê pêşkêşkir, herweha cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih gotina partiya Yekîtî ya Kurd da, gotina malbata nemir Salih Cemîl Hemê xwend û sipasiya hemû beşdaran kir.

Herweha li Hewlêrê paytexta herêma Kurdistanê, rêxistina partiya Yekîtî ev bone vejand bi beşdariya seketêrê partiyê û serokê ENKSê Ibrahîm Biro, di heman demê de rêxistina Nêmsayê ya partiya Yekîtî li navenda civakî ya Kurdî li Viyênayê salveger vejand.

Tê zanîn ku Ismaîl Hemê endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê roja 18ê tîrmeha sala 2016an li bajarê Qamişlo koça dawîkir, û li goristana gundê til Dîkê li gundewarê Dirbêsiyê bi xakê hat sipartin.

1 2 3 4 6 7 8 9 10

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button