Break newsRaportslide

Partiya Yekîtî erkê behîdariya şehîdê pêşmergên Roj Mihemed Emîn Silo kir

Yekîtî Media 20/1/2017

Şanda komîta navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd bi serokatiya cîgirê sekretêrê partiyê Hesen Salih û ligel rêxistinên partiya Yekîtî li Dêrik û Girkêlegê û Alya serdana konê şîniya şehîdê pêşmergê Roj Mihemed Emîn Silo, îro înê 20ê çile, li gundê Xirab Reş li gundewarê Çilaxa kir, û erkê behîdariyê ji malbata wî re pêşkêşkir.

Cîgirê sekretêrê partiya Yekîtî Hesen Salih gotineke pêşkêşkir têde behîdariya malbata şehîd Mihemed kir, û herweha behîdariya ENKSê kir, û tevahiya miletê Kurd, û rola pêşmergeyên Roj bi bilind nirxand di bergîriya di ber xaka Kurdistanê de, herweha revandina termê şehîd ji rex asayişa PYD bi karê xerab wesif kir.

2 3 4

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button