Break newsNûçeslide

Partiya Yekîtî daxuyaniyek derbarî derewên ragihandina PYD belavkir

Yekîtî Media 12/4/2017

Komîta Navendî ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belavkir, derbarî derwên ku ragihandina PYD li dijî malpera Yekîtî Media belavkiribûn.

Di daxuyaniyê de hat, ku PYD jiber têkçûna xwe di warên siyasî û diplomasî û rêveberî de, dest bi êrîşê li ser bargehên ENKSê kir, herweha derwên ecêb li dijî malpera Yekîtî Media belavkirin.

Herweha daxuyaniyê dîroka partiya Yekîtî wek partiyek netewî li Sûriyê anî ziman , û ku ev tometên bi vî rengî tu bandorê li xebata Yekîtî nakin.

Di dawiya daxuyaniyê de, komîta navendî ya partiya Yekîtî PYD wek berpirs binavkir di ber selametiya endamên partiya Yekîtî û malpera Yekîtî Media de, herweha doz li dezgehên mafên mirovan yên navnetewî û yên Kurdistanî kir ku kiryarên PYD şermezar bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button