Break newsNûçeslide

Partiya Pêşverû: divê lêvegereke û nûneratiyeke Kurdî ya hevbeş were avakirin

Yekîtî Media 17/8/2017

Partiya Pêşverû daxuyaniyeke ENKS di derbarê beşdarbûna konferansên navdewletî de li ser pirsa Kurd rexne kir û got, ENKS beşekî mezin ji wê berpirsiyê radike ku, hîşt pirsa Kurd di konferansên navdewletî de neyê gotûbêjkirin.

Polîtbîroya partiya Pêşverş, daxuniyek belav kir û ji ENKS xwest ku yekser ji Desteya Bilind ya Danûstandinan vekişe ji ber ku heta niha jî ew bi awayekî eşkere hebûna gelê Kurd û mafê wî yê netewî înkar dike.

Li ser daxuyaniya ENKS ku gotibû ew dixwaze bi şandeke serbixwe weke nûnerê Kurd beşdarî civîna opozîyona Sûriyê ya berfereh bibe, ku tê çaverê kirin li Riyadê çêbibe, Pêşverû eşkere kir, ENKS nûnertiya beşekî mezin ji Kurdan dike, lê nikare temsîla hemû Kurdên Sûriyê bike.

Pêşverû di dawiya daxuyaniya xwe de xwest lêvegereke û nûnertyeke kurdî ya hevbeş were avakirin aliyên kurdî têde cih bigirin û li derve nûnertiya gelê Kurd li Sûriyê bike.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button