Break newsNûçeslide

Parlementoya Kurdistanê di çend rojên bê de tê aktîvkirin

Yekîtî Media 8/9/2017

Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Ehmed ragihand, biryar e di çend rojên bê de parlementoya Kurdistanê bê aktîvkirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Ehemd ragihand, “Paşxistina aktîvkirina parlementoyê ji ber wê yekê bû, da ku hemû alî beşdar bin. Ligel YNKê me hemû hewlek da, bo Tevgera Goranê û Komela Îslamî beşdar bin. Lê hîna wan biryara xwe nedane.”

Mehmûd Ehmed aşkere kir jî, duh YNKê navê xwe li Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê tomar kir û di çend rojên bê de dest bi bangeşeya referandûmê dike.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button