Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parlementoya Ewropayê Xelata Saxarov dide du keçên Kurdên Êzîdî

Yekîtî Media 14/12/2016

Parlamentoya Ewropayê di merasîmekê de xelata Saxarov da her du keçên Kurdên Êzîdî Nadiya Mûrad û Lemîea Beşar.

Di destpêka merasîmê de Serokê Parlamentoya Ewropayê gotarek pêşkêş kir, amaje bi wan her du keçên Kurd kir ku, bûne simbola qurbaniyên Êzdiyan û da zanîn ku, ew her du keç berpirsyaretiya wan e û aşkere kir ku, divê cîhan piştgiriya gelê wan bike.

Herwiha Serokê Parlamentoyê diyar kir ku, heta niha derbarê komkujiya Êzdiyan dadgeh çênebûne û divê doza wan radestî dadgeha navdewletî a twanan were kirin, herwiha da zanîn ku, şanaziya wane weke parlamentoya Ewropayê xelata Saxarov a 2016ê bidin wan her du keçan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button