Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parlamentera HDPê Meral Daniş : Ti sûde di rewşa awarte de nîne

 Yekîtî Media 18/7/2017

Parlamentera HDPê Meral Daniş dibêje, ti fêdeya rewşa awarte di heyama salekê de nehatiye dîtin, berevajî dibe sedemê binpêkirina azadî û mafan.

Beştaş, di Parlamentoya Tirkiyê de axivî û got, madem derbe hatiye astengkirin, diviya bû ber bi demokrasî gav bê avêtin, lê şûna vê rewşa awarte hat ragehandin.

Parlamentera HDPê bal kişand ser dûrxistina fermanberan û da zanîn, li Tirkiyê herî zêde Rojnameya Fermî tê xwendin jiber ku her kes biguman e rojekê navê xwe di wê rojnameyê de bibîne ku ji kar hatiye dûrxistin.

Beştaş got, Ti fêdeyeke rewşa awarte nîne û berûvajî, ewlekariya can û malê xelkê xistiye xeteriyê, azadiya ramanê, mafê kar û berxwedan û siyasetê jî asteng dike.

Rewşa Awarte ya li Tirkiye ku 19ê Tîrmehê diqede, 3 mehên din tê dirêjkirin. Daxwaznameya dirêjkirina Rewşa Awarte pêşkeşî Serokatiya parlementoya Tirkiyê hate kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button