Break newsNûçeslide

Parêzgerê Hesekê berdewam e di fermanên xwe de li dijî fermanberan

Yekîtî Media 25/1/2017

Parêzgerê Hesekê lîwa Cayiz Elmûsa fermaneke nû ji saziyên dewleta Sûrî li parêzgeha Hesekê re şand, têde ferman daye bi qedexekirina dana mûçe bo fermanberên temen ji 20 ta 42 salî, ta ku kaxezekê ji navendên leşkerkirinê yê Rêjîmê wergirin.

Û dema ku fermanber diçin navendên leşkerkirinê yên Rêjîmê, ew ji bal wan tên çewisandin û pere ji wan tê xwestin daku wê kaxezê wergirin ku ti wacibê yedek li ser milê wan tune ye, ji 10000 ta 25000 sûrî tê xwestin jibo bidestxistina vê kaxezê.

Fermanber mecbûr dibin ku pera bidin daku wê kaxezê bidestxînin jibo ku bikaribin mûçeyê xwe yê mehane wergirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button