Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

PAK ê komkujiya yekê Sibatê ya li Hewlêrê qewimî şermezar kir

Yekîtî Media 1/2/2017

Li Diyarbekirê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komkujiya 1 ê Sibata 2004 an a li Hewlêrê, bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Di encama êrîşên ku li hember avahiyên PDK û YNK ê hatibûn kirin de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 200 kes jî birîndar bûbûn.

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK ê, salvegera komkujiya li Hewlêrê hatibû kirin, şermezar kir. Di êrîşên ku di 1 ê Sibata 2004 an de li hember  avahiyên PDK û YNKê hatin kirin de berpirsên bilind ên herdu partiyan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Êrîş di 1ê Sibata 2004 an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve hatibû kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button