Break newsHevpeyvînslide

Ozçelîk: Hebûna PKK ê li Şingalê sedema astengîya serxwebûna Kurdistanê ye

Yekîtî Media 15/4/2017

Serokê partîya PAK Mustafa Ozçelîk li malpera KDP. İnfo’de daxuyaniyên giring da.

Eve deqa hevpeyvîna ligel Mustafa Ozçelîk :

Hûn rolê Serok Barzanî çawa dibînin?

-Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, li gel jiyaneke bi êş û xem, berxwedan û têkoşîneke dûr û dirêj dagirtî; di şerê li dijî DAIŞê de jî, di meşa serxwebûna Kurdistanê de jî, wekî pêşmergeyekî, wekî rêberekî, wekî serokekî roleke dîrokî lehîstîye.Ew sekin, pêşbînî, dilsozî, sebir , biryardarî û ruhê Kurdistanî yê Serok Barzanî, ne bes li başûrê Kurdistanê, li her çar perçeyên Kurdistanê jî hêvî û bawerîyên her Kurd û Kurdistanîyekî geştir dike.Dîrok gava behsa serxebûna başûrê Kurdistanê bike, dê navê Serok Barzanî û serxwebûna başûrê Kurdistanê pêkve bêne nivîsandin.

Ji bo serxwebûna Kurdistanê hûn çawa difikrin?

-Serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa yê miletê Kurd û gelê Kurdistanê ye.Îro li başûrê Kurdistanê serxwebûn, êdî ji daxwazeke sîyasî bihurî ye; bûye pêwîstîyeke man an nemana gelê Kurdistanê.Bêyî serxwebûnê êdî gelê me li başûr dê nikaribe jiyana xwe bimeşînin.Bi navê ‘’Iraq’’ê tu dewlet nemaye.Bexda, Qanûna Bingehîn a Iraqê binpê kirîye, tune hesibandî ye.Madeya 140î pêk neanî ye.Butçeya Kurdistanê birî ye. Pêwîstîyên pêşmerge bi cîh ne anî ye.Xwestîye federalîyê ji holê rabike.Di rewşeke weha de êdî li gel Bexdayê mayin, zilm e, neheqî ye.Biryara referandûma serxwebûnê , biryareke pîroz e, dîrokî ye.Divê Kerkûk û hemû navçeyên ku mijara madeya 140î ne vegerin li ser Herêma Kurdistanê û divê serxwebûn li başûrê Kurdistanê bê îlan kirin. Serxwebûna başûrê Kurdistanê destpêka azadîya hemû perçeyên Kurdistanê ye.Yekgirtin û tifaqa partîyên başûrê Kurdistanê destpêka serxwbûnê ye. Helbete wekî Çek û Slovakan bi rêkeftina Bexda û Kurdistanê bi awayekî aştîyane ev serxwebûn bê îlan kirin, dê gelekî baş be.Lê, êdî dewletên cîhanê jî amade ne serxwebûna Kurdistanê qebûl bikin. Herweha Kurdistan bi dewlemendîyên xwe yên ser erd û bin erd, bi zîreeta xwe, bi xaza tebiî û petrola xwe, bi ava xwe, bi xwezaya xwe, bi tevna xwe ya civakî dikare bibe dewleteke gelek dewlemend û di cîhanê de bi nav û deng be.Kurdistan bi awayê îdarî, eskerî, sîyasî, dîplomasî jî ji gelek dewletên cîhanê zêdetir ‘’bêhna dewletbûnê’’ jê tê.

Hûn rewşa Şingalê çawa şîrove diken?

-Şingal di dil û hişmendîya her Kurd û Kurdistanîyekî de birîneke kûr e. Dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd, rê lê xweş kirin ku DAIŞ êrîşî Şingalê bike, jenosîdekê li ser xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî pêk bînin.Bi rastî jî dagirkirin û qetlîama li Şingalê êrîşek stratejîkbûe, li dijî gelê Kurdistanê. Lê bi qehremanî û berxwedan û şerekî bêhempa yê pêşmergeyên Kurdistanê, Şingal ji destê DAIŞê hate rizgar kirin.Divê Şingal wekî resmî bikeve nav desthilatdarîya Herêma Kurdistanê.Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bernameyên taybet, vê birîna xuşk û birayên me yên Êzidî û birîna hemû Kurdistanîyan bialîne.Divê li gorî taybetmendîyên Şingal û xuşk û birayên me yên Êzidî nexşe rêyek bê tesbît kirin.

Kirdarê PKK ê çawa dibinin?

-Îro PKK, YBŞ li Şingalê sergêjî û nexweşîyan derdixin. Hebûna PKKê li Şingalê di meşa serxwebûna başûrê Kurdistanê de, sebebê astengî û neweşîyan e. Divê PKK û her hêzeke çekdar, rêzê li hikumranîya Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bigire. Divê ji Şingalê vekêşe.Heger PKK ji bo alîkarîya xuşk û birayên me yên Êzidî çûbe Şingalê, nuha pêşmerge li wê derê ne, tu xeterî nemaye, divê ji wê derê vekişin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê jî jiber alîkarîyên PKKê yên li Şingalê sipasî li PKKê kiribû.Û bi tu awayî tu kes Şingalê, Kerkûkê û her bihosteka axa Kurdistanê ya ku bi xwîna şehîdan, bi qehremanîya pêşmergeyan hatîye rizgar kirin û parastin; careke din dê nikare bi Bexdayê ve girê bidin.Şingal jî, Kerkûk jî Kurdistan e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button