Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nûnerê Obama : destpêka sala nû dê Mûsil rizgar bibe

Yekîtî Media 14/12/2016

Nûnerê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî de Brett Mcgurk ragehand ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê li gor pilana jêre hatîye dayîn bi rê ve diçe û da zanîn ku, ew çaverê dikin bi hatina sala nû ew bajar bi temamî rizgar bibe.

Derbarê vê babetê Nûnerê Serokê Amerîkayê Barak Obama di hevpeymaniya navdewletî de Brett Mcgurk di kongreyeke rojnamevanî de li Koşka Spî ragehand ku, çekdarên DAIŞê li nava bajarê Mûsilê dûrpêçkirîne û nikarin ti alîkariyên leşkerî ji Sûriyê werbigrin.

Mcgurk da zanîn ku, operasyona rizgarkirina Mûsilê ligor pilana xwe bi rêve diçe, aşkere kir ku, ew çaverê dikin di destpêka sala nû bajarê Mûsilê bi temamî hatibe rizgarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button