Break newsNûçeslide

Nûneratiya Ewrupayê ya ENKS hevdîtinek ligel wezareta derve ya Almanî pêkanî

Yekîtî Media 9/12/2016

Roja sêşema borî, 6 berçile, şanda nûneratiya Ewrupayê ya ENKSê bi serokatiya Rêzan Şêxmûs hevdîtinek ligel wezareta derve ya Almanî lidarxist.

Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Sûrî bigiştî bû, û bi taybetî rewşa bajarê Helebê, herweha behsa rewşa herêma kurdî bû, û binpêkirinên PYD ji mafên mirovan re û binçavkirina endam û serkirdeyên ENKSê, di hevdîtinê de tekezî hat kirin li ser giringiya vegera pêşmergeyên Roj bo xaka Kurdistana Sûriyê daku miletê kurd ji êrîşên terorî biparêzin.

Ji aliyê xwe ve wezareta derve ya Almanî tekez kir ku piştgiriya ENKSê di hemû waran de dikin , û ew amade ne bi hemû şiyanên xwe alîkariyan pêşkêş bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button