Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nûçegihanê RT li Sûriyê hate kuştin

Yekîtî Media 30/7/2017

Li parêzgeha Himsê rojnamevanekî kanala nûçeyan a Rusya Today Arabic (RT El Erebiye) ji ber bombebarana çekdarên DAIŞê jiyana xwe ji dest da û hevalê wî yê kameraman jî birîndar bû.

Li gor daxuyaniya kanala Rûsyayê RT Erebî, rojnamevanê bi navê Xalid El Xetîb, dema ku rûbirûbûna Artêşa Hikûmeta Sûriyê û çekdarên DAIŞê dişopand, li gel berpirsekî leşkerî yê Artêşa Sûriyê hatiye kuştin.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin, ku ji ber bombebaranê kamaremanê Xalîd El Xetîb jî birîndar bûye û niha li nexweşxaneyeke bajarê Himsê tê dermankirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button