Break newsRaportslide

nivîsgeha jin û ciwanan şaxê rojhilatî qamişlo hin diyarî li ser zarokan belav kirin

Yekîtî Mîdiya – Qamişlo
Her sal û di roja 25ê meha hizêranê de tevahiya cîhanê û taybet meletê kurd, roja zarokên cîhanê vejîn dike, lê ji ber şewata ku qewimî li navenda tenduristiyê ya taxa meyselûn ew şewata ku bi 10an ji canê welatiyan û bi taybet canê zarokan kir qurbanî xwe.
Nivîsgeha jin û ciwanan ya partiya yekîtî kurd li sûrî şaxê rojhilatî qamişlo ahenga roja zarokên cîhanê ya ku xwestibû li darbixe di roja 26 vê mehê de rawestand, û ji ber erkê mirovî û exlaqî ku nedirist bû ahengê li darbixe, nivîsgihê hin diyarî û coreyên cil û brgan belavkirin li ser zarokên taxên (Cimaayê, Qenat Elsiwês, Enteriyê, Cirnik, Meyselûn, Qidûrbek) û zrokên ku diyên wan bûn qurbaniyê şewata navenda tunduristiyê, ta karibin hin kêfxweşî û şahiyê têxin dilên wan zarokan de.
Lîlav Ehmed yek ji endamên nivîsgeha jin û ciwanên partiya yekîtî, wiha ji yekîtî mîdiya re axivî her sal em vê ahengê vejîn dikin, lê vê salê bi rengekî din ku her û her em karibin kêfxweşiyê têxin dilê zarokan de, lewra me ev kar danî ber çavê xwe.
Di dawiya axaftinê de Lîlav Ehmed bi navê xwe û tevahiya endamên nivîsgihê sipasiya her kesî xêrxwaz û kesên ku alîkarî pêşkêşî wa kir.
Hêjaya gotinê ku nivîsgeha jin û ciwanan şaxê rojhilatî qamişlo bi gelek çalakiyan xebat kiri bû di mijarên mirovî, xizmetguzarî, bizîjkî, perwerdeyî, û her weha di warê fêrbûnê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button