Break newsNûçeslide

Nivîsgeha ENKS ê li Amûdê hat şewitandin

Yekîtî Media 11/3/2017

Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li bajarê Amûdê hate şewitandin.

ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpeke nenas îro berbanga roja şemiyê de êrîşî nivîsîngeha Xwecehiya ENKSê li bajarê Amûdê kirin û ew nivîsgeh şewitandin.

ENKSê amaje bi wê yekê kir, xelkê bajêr destêwerdan kirin û karîn piştî demjimêrekê agir vemirînin.

Daxuyaniya ENKSê, PYD wek berpirsê şewatandina nivîsîngehên wan û revandina siyasetmedaran tuhmetbar kir.

1 2 3 4

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button