Break newsNûçeslide

Netewên Yekbûyî : Em nehatine vexwandin bo danûstandinên Astanayê

Yekîtî Media 12/1/2017

Netewên Yekbûyî ragihand, heta niha ew ji bo danûstandinên Astana ya di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de nehatine vexwendin.

Berdevkê bi navê Sekreterê NY, Stîvan Dujarîk ragihand, ew li civînên Astana amade nabin, ji ber ku heta niha ti vexwendinên fermî ji wan re neçûne. Dujarîk amaje bi wê yekê jî kir, ku ew nizanin kîjan alî vexwandnameyan dişînin jî.

Biryar e di 23 vê mehê de civînên aştiyê di navbera opozîsyon û rêjîma Sûriyê li Astanayê paytexta Kazixistanê bêne lidarxistin, lê heta niha aliyên beşdar bi tevahî  nehatina destnîşankirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button