Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Netewên Yekbûyî : 16 hezar kes ji Helebê koçber bûne

Yekîtî Media 29/11/2016

Neteweyên Yekbûyî ragehand ku, di hefteyekê de 16 hezar kes ji Helebê koçber bûne û daxwaz ji aliyên kirîzê li wî welatî de kir ku, toparanê rawestînin û rê bidin alîkariyên mirovî derbas bibin.

Derbarê vê yekê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stîvan Dogarik di daxuyaiyekê de ragehand ku, ji meha Tîrmeha borî de alîkarî derbasî taxên rojhelatê Helebê nebûne û pêdiviyên xwarinê li cem wan bi dawî bûne.

NY da zanîn ku, di heyama heftiyekê de ji encama şer û pevçûnan 16 hezar kes ji taxên rojhelatê Helebê koçberî navçeyên rejîma Sûriyê û taxên Kurdan bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button