Break newsHevpeyvînslide

Nerîn û daxwzên hin kesandiyar dibin piştîyekemîn gavên lêvegerê

Rapirsîn: FERÎDON QIÇÇO

piştî rêkeftina Dihokê di navbera ENKS û TEV-DEM, hedû aliyên siyasî dest bi civatên xwe kirin li bajarê qamişlo di bin navê lêvegera siyasî.di vê rapirsînê de nerîn û daxwzên hin kesandiyar dibin piştîyekemîn gavên lêvegerê .

KAWA AZÎZÎ Endamê komîta navendî ya PDK-S

di destpêkê de gavek serkeftî ye,û her dem lihevkirin baştire ji ne lihevkirinê, ji ber ku naveroka lihevkirinê danpêdaneke bi hewlêr 1-2 û dihok, ya girîng ku tevaya aliyan li ser sîstemekê li hevkirine û hestê geşbîniyekê peyda dike,û ya girîngtir ewe ku Fidralî weke xwestekek netewî diyar bûye,lê dimînê xala leşkerî ya ku rastiya karê TEV-DEM li ber vê yekê ye,her wiha yekîtiya hersê kantonan.

……………………………………………………………………………………………………………………………………………………………………

Merwan Hemkonivîskar

xala herî girîng ku lêvegera siyasî pêk bîne, ewe bi lihev hatinekê di navbera xwe û kolana kurdî li rojavayê kurdistanê çêke, û ew hêviyên çewsî ji nû ve şîn bike, û nifşê xortan bi aliyê xwe de bikşîne û wan bi netewa xwe girêde, gava duyemîn, nexşeyeke stratîcî ji xwe re deyne, xwestekên nêzîk û yên dûr ,û bi zelalî armanc û doza kurdîdiyar be

avakirna hêzeke leşkerî di bin siya lêvegerê de, ne di bin destê hêzeke tenê de, dan û stendin bi hêzêen dîmoqrat re li sûryê û derve, diyalok bi hêzên kurdistanî re xurtir bibe, avakirin û fêrkirna mirov li rojavayê kurdistanê ku kar û barê xwe bi tena xwe hilgirn.

………………………………………………………………………………………………….

Dilşad Melle Rojnamevan

Di baweriya min de biryara kurdên rojava ne di destê partiyên wê de ye, rêkeftina dihokê ne bi dilê herdû aliya ne. Irada navdewletî biryar dide

Rewşa giştî ya deverê aloztir dibe, ji ber vê yekê zexit û fişar li ser herdûaliyan zêdetir dibe, heger em vegerin dîroka nêzîk ya çar salên bûrî, em dibînin her ku rewşa giştî ya devera kurdî aloz be kurd li hev rûdinên û rêkdikevin, lê heger rewş başbe li hevdikievin.

………………………………………………………………………………………………………………….

FERAT WELÎ Hunermend

Bi rastî tu hêviyê min di lêvegera siyasî de tune . p y d . wê her wek xwe bike

û zindanên wan tije welat parêz in . û hînberdewamin di girtina xortan de,

Lêvegera siyasî bê cane …weke çawa berî wê destaya bilind.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button