Break newsNûçeslide

Nêrebiyê: Em Dixwazin Binpêkirina  Rêjîmê Û Rûsya Ji  Rêkeftina Agirbestê Re Pirotesto Bibe Û Çare Ji Rizgarkirina Wê Re Bête Dîtin

Nûnerê Hevbendiya Niştimanî yê di Yekîtiya Ewropî de, Miwefeq Nêrebiyê doh, înê, 04. Adarê, nameyek ji Balyozên Komîta Ewlekarî û Siyasî di Encûmena Ewropî de re şand. Name li ser kuştina Sivîlan ya berdewam ji hêla Rêjîmê û Rûsya ve bû.

Nameyê diyar kir ko Opozisyonê tevli astengiyan jî, karê dijminkariyê rawestand, û bi rêkeftinê pabend e, di heman çaxî de ji hêla Rûsya û Rêjîma Esed ve agirbest sed caran hatiye binpêkirin, di encamê de 70 sivîl, li gora Navenda belgehkirinê, hatine kuştin.

Bêtir got: gerek Ewropa nuha giringiyê bide rizgarkirina vê rêkeftinê û çavdêriya bicihkirina wê bike.

Nêrebiyê doz kir ko hemû binpêkirinên rêkeftina “Rawestana Karê Dijminkariyê” pirotesto bibin. Ji nav wan jî bikaranîna gelemşe ji hêzê re ji aliyê Rûsya û Rêjîmê ve, her wiha doz kir ko mîkanîzmeke birêkûpêk ji bo çavdêriya rizgarkirina rêkeftinê bête danîn.

Nêrebiyê tekez kir ko giring e, piştgiriya dadgehkirinê li Sûriyê bibe, çi kesên ko destê wan di tawankariyên cengê de hene û her weha tawankariyên li dijî mirovatiyê dadgeh bibin. Çi kom an takekesên Rûs jî yên ko piştgirî û beşdarî di kuştina sivîlan de kirine û hem şirîkên Rêjîmê yên din ên ko miletê Sûrî kuştine.Jêder: Hevbendî

 

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button