Break newsNûçeslide

Necmeddîn Kerîm: Referandum li Kerkûkê tê kirin

 Yekîtî Media 21/8/2017

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ligel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Jan Kubis civiya.

Di civînê de, Kubis tekezî li ser girîngiya diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bo çareserkirina pirsgirêkan kir û bi gaveke baş jî binav kir. Herwiha pesna serdana Komîta Bilind a Referandûmê bo Bexdayê û hevdîtina wan ligel berpirsên hikûmêta Iraqê û aliyên siyasî da.

Necmedîn Kerîm jî tekezî li ser wê kir, Kerkûk beşdarî proseya referandûmê dibe û tekez li wê kir ku hilbijartin li bajarê Kerkûkê wek bajarên din ên Iraqê bi rê ve diçe û got, bêbeşkirina Kerkûkê ji wê proseyê zilmeke mezin e bi mafê xelkê Kerkûk.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button