Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nêçîrvan Barzanî: Pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve

Yekîtî Media 15/12/2016

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, pêwîst e PKK ji Şingalê derkeve û tekez kir, ku hebûna PKKê li Şingalê ne tenahiyek li deverê çêkiriye.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî  îro pênşemê ,beşdarî di konfransa Kurdistan Piştî Serxwebûnê ya li Zanîngeha Amerîkî ya Duhokê kir û tê de gotarek pêşkêş kir.

Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe de behsa rewşa Şingalê piştî rizgarkirina wê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve kir û got: “Rizgarkirina Şingalê yek ji armancên sereke yên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.”

Barzanî herwiha behsa hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Şingalê kir û da xuyakirin, ji bo xelk vegere ser cih û malên xwe û Şingal cardin were avakirin, pêwîst e PKK ji wê devera Başûrê Kurdistanê derkeve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button