Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nêçîrvan Barzanî ligel serokê Rûsya Pûtîn civiya

Yekîtî Media 2/6/2017

Di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Saint Petersbûrgê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn hevdîtinek pêk anî.

Îro danê nîvro, piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di bin serokatiya Serokwezîr Nêçirvan Barzanî de, ligel Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn kom bû.

Piştî civînê Serokwezîr Barzanî ji rojnamevanan re ragihand, ku di civînê de asta pêwendiyên Kurdistan û Rûsyayê, çawaniya tekoşîna li dijî DAIŞê, rewşa Sûriyê gengeşe kirine û got: “Jiber hevkariya şerê terorîstên DAIŞê li Sûriyê û Iraqê me spasiya Rûsyayê kir. Ji bo pêşxistina pêwendiyên me ji her aliyê ve, ev kombûn bû derfetek. Bi taybetî jî di warê siyasî û aborî de.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button