Break newsNûçeslide

Nêçîrvan Barzanî : Em ji serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibin

Yekîtî Media 27/8/2017

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, bi hevkariya rewta demokratîxwaza li Siwêd, Ewropa û hemû cîhanê her diçe em ji xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibin.

Hejmarek siyastmedar, parlamentar û kesyetiyên siyasî di çend gotaran de li rojnameya Svenska Dagblade belkirine tê de hevsozî û piştgiriya xwe bo pirsa serxwebûna Kurdistanê anîne ziman.

Ji aliyê xwe ve jî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di nameyekê de sipasiyên xwe arasteyî wan siyasetmedar û parlamentaran kir û hêvî kiriye ku, li ser piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê berdewam bin.

Di beşeke din a nameyê de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragehandiye ku, piştgiriya we di demekê de ye Hêzên Pêşmerge bo parastina aramîya Kurdistan li dijî DAIŞê şer dikin û piştgiriya we cihê pêzanîna vê yekê ye.

Herwiha Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku, bi hevkariya rewta demokratîxwaza li Siwêd, Ewropa û hemû cîhanê her diçe em ji xewna serxwebûna Kurdistanê nêzîk dibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button