Break newsNûçeslide

Nêçîrvan Barzanî bang li hemû cîhanê kir: Pêşiya şer bigrin

Yekîtî Media 13/10/2017

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ku hikûmeta Iraqê bi armanca destwerdanê, ev demeke hêz dişîne ser sînorê Herêma Kurdistanê û hişyariya wê yekê da, eger şerek çêbibe dê bandoreke xirab li Iraq û hemû herêmê bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, ku piştî Serokwezîrê ıraqê Heyder Ebadî roja 10ê Cotmehê di civîneke çapemeniyê de gefa destpêkirina êrîşên leşkerî bo ser Kurdistanê xwariye, ev çend rojeke bi armanca êrîşkirinê hejmareke zêde ya hêzên artêşê û Heşda Şeibî li derdora bajarê Mûsilê heta Kerkûk û Xaneqînê hatine komkirin.

Serokwezîr Barzanî got: “Em weke hikûmeta Herêma Kurdistanê, daxwazê ji birêz Ayetûllah Seyîd Elî Sîstanî, ji hemû aliyên iraqî, hemû rêxistinên sivîl û aştîxwaz, Neteweyên Yekbûyî, Amerîka, Yekîtiya Ewropa, dewletên endamê hevpeymaniya li dijî DAIŞê û dewletên endamê Civata Ewlekariya Navdewletî û welatên cîran dikin, ku bi lezgînî destkariyê bikin da ku navçeyê ji şerekê nû dûr bixin. Ji hêzên iraqî û hêzên derve diaxwazin bi ti awayî hewla derxistina şer nedin. Çimkî encamên wê yên xirab dê li rewşa Iraq û hemû navçeyê bibe, zemîna bihêzbûna DAIŞê û rêxistinên din ên terorîstî xweş bike.”

Barzanî tekez kir, ku ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ew amade ne guftugoyê bikin û berpirsiyariya êrîşan jî dixin ser stûyê aliyê beramber û bi taybetî jî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê Heyder Ebadî.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, ji kurd, ereb, tirkmen, krîstiyan û ji hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê xwest, ku bi moralekî bilind, ji bo bersivdana hemû êrîşan amade bin û hemû awayî ji bo parastina bajarên Kurdistanê piştgiriyê bidin pêşmerge da ku bajarên Kurdistanê jî mîna Mûsil, Enbar û bajarên din ên Iraqê wêran nebin.

Herwiha Barzanî bang li hemû partî û aliyên Kurdistanê jî kir, ku ji bo parastina aştiyê û berevaniya Kurdistanê, yekhelwest bin.

Serokwezîr Barzanî got: “Bajarên Herêma Kurdistanê penagehek bûne ji bo xwegirtina bi hezaran penaber û koçberên şerê DAIŞê û şerê mezhebî. Pir ecêb e, ku hikûmeta Iraqê dixwaze bi êrîşa serbazî aramiya van navçeyan jî ji hole rake.”

Di berdewama daxuyaniyê de Nêçîrvan Barzanî da xuyakirin, ku di sala 2014ê de piştî reva Artêşa Iraqê, hêzên pêşmerge gihişte hewara xelkê wan navçeyan û ew ji êrîşên DAIŞê parastin û got: “Me çendîn caran ragihandiye, ku nabe ti çareseriyeke dûrê ji daxwaza nîtşecihên wan herêman were sepandin. Divê rêveberiyeke xwedan taybetmendî, ku xwesteka hemû pêkhateyan li ber çav digre ji bo wan navçeyan were danîn. Ji bo vê armancê jî hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye hemû hevkariyan bike.”

Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaza guftugoyê dubare kir û destnîşan kir, ku ew naxwazin bi komkirina hêz û pêngavên şerxwaz bersiv ji wan re were dayîn.

Rûdaw

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button