Break newsNûçeslide

Naveroka Rêkeftina “Herêmên aram” li Sûriyê bixwîne

Yekîtî Media 6/5/2017

Wezareta Derve ya Rusyayê, naveroka rêkeftina “Herêmên aram” ku di navbera Rusya, Îran û Tirkiyê de hatî îmzekirin diyarkir.

Komara Îslamî ya Îranê, Federasyona Rûsyayê û Komara Tirkiyeyê yên garantorê agirbesta Sûriyeyê ne, di çarçoveya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi jimara 2254an û yekitî û parastina desthilatdarî û axa Sûriyê, ji bo rawestandina şerê li Sûriyeyê û ewlehiya sivîlan li ser xalên li jêr li hev kirin:

CIHÊN KU WÊ HERÊMÊN EWLE LÊ BÊN AVAKIRIN

1- Ji bo rawestandina şîdeta li Sûriyeyê, şandina alîkariyê û dîtina çareseriyek siyasî biryar hate dayîn ku li herêmên Idlib, Lazkiye û hin herêmên li Hama û Helebê, herêmêk diyarkirî ya li bakurê parêzgeha Himsê, Gutaya Rojhilat, herêmên diyarkirî yên li başûrê Sûriyeyê (parêzgehên Dera û Keneytra)

Avakirina herêm û şerîdên ewle bergiriyek bihurbar ya bo 6 mehan e, wê di çarçoveya lihevkirina welatên garantor bi awayekî otomatîk berdewam bike.

BIKARANÎNA ÇEKAN DÊ BÊ RAWESTANDIN, JI BO VEGERA PENABERAN MERCÊN PÊWÎST BÊNE PÊKANÎN

2- Li herêmên ewle li gel êrişên hewayî dê hemû şerê di navbera aliyan (hikumeta Sûriyeyê û komên dijber yên çekdar) û bikaranîna çekan dê bên rawestandin; dê bi awayekî lezgîn, bi ewle û bê astengî alîkariya mirovî bê şandin ji sivîlan re; wê alîkariya tibî û pêdivî bê dayîn. Di serî de av û enerjî bo restorekirina hemû pêdiviyên bingehîn dê bergiriyên hewce bêne standin; ji bo vegera penaberên li welêt û dervî welêt ya bi awayekî bi ewle dê hemû şert û merc bêne amadekirin.

ŞERÎDÊN EWLEHIYÊ Û XALÊN ÇAVDÊRIYÊ

3- Li derdora herêmên ewlehiyê ji bo astengkirinapevçûna di navbera aliyan wê şerîdên ewlehiyê bên danîn.

4- Di şerîdên ewlehiyê de ji bo sivîl bi awayekî bê çek û bêyî astengî karibin  cih biguherînin, ji bo sewkîyata alîkariya mirovî û bicihanîna çalakiyên ekonimîk wê xalên kontrolê; ji bo bicihanîna agirbestê jî xalên çavdêriyê dê bên danîn.

Rêveberiya herêmên ewle, xebatên li xalên çavdêrî  û kontrolê dê di çarçoeveya rêkeftina welatên garantor bê diyarkirin. Dema ku hewce bê dîtin, di çarçoveya lihevkirina welatên garantor dê aliyên 3emîn jî karibin beşdarî mutabaqatê bibin.

5- Dewletên garantor: peyman dikin ku ji bo agirbest ji aliyê hemû kesan ve were sepandin dê hemû bergirîyên pêwîst bigirin; li nav û derveyî herêmên ewle li dijî DAIŞê, El Nûsra û El Qaîdeyê an jî hemû kes, kom û saziyên ku peywendiyên wan li gel DAIŞê re û komên din ên ku ji aliyê Cıvata Ewlehî ya Neteweyên Yekgirtû ve wekî terorê tên qebûlkirin hene, dê bergirîyên ji bo berdewamiya têkoşînê bigirin; xebatên xwe yên ji bo komên çekdarên heta niha beşdarî rejîma agirbestê nebûne, beşdarî agirbestê bibin dê bidomînin.

KOMA XEBATÊ YA HEVBEŞ DÊ WERE AVAKIRIN

6-Hemû dewletên garantor, ji bo diyarkirina herêmên ewle û sînorên ewlehiyê û ji bo çareserkirina hemû mijarên bikêr û teknîkî yên di derbarê bicihanîna peymanê de, piştî îmzakirina peymanê di nava 2 hefteyan de ji nûnerên hatine erkdarkirin dê komeke xebatê ya hevbeş ava bikin.

RÊXISTINÊN TERORÊ Û KOMÊN MUXALÎF DÊ JI HEV WERIN CUDAKIRIN

Dewletên garantor ji bo temamkirina xebatên amadekirina nexşeyên herêmên ewle û sînorên ewlehiyê û ji bo rêxistinên terorê yên ku navên wan di benda 5emîn a peymanê de derbas dibin û mixalîfên çekdar ji hev cuda bikin, dê heta 4ê Hezîrana 2017an gavan biavêjin.

Heta heman dîrokê koma xebatê ya hevbeş, ji bo ji aliyê dewletên garantor ve were pesendkirin, li gel nexşeyên herêmên ewle û sînorên ewlehiyê dê ji bo pergala koma xebatê jî pêşnumayekê amade bikin.

Koma xebatê ya hevbeş ji bo xebatên hevdîtinên Sûriyeyê yên li Astanayê hatin kirin, dê raporê bide.

Ev peyman roja piştî îmzakirinê dê têkeve cîbicîkirinê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button