Break newsNûçeslide

Navê Encûmena Bilind a Referandomê tê guhertin

Yekîtî Media 30/9/2017

Hat ragihandin, ku sibe Encûmena Bilind a Referandomê ji bo guhertina navê xwe wê civînekê lidar bixe.

Li gorî zanyariyan, biryar e sibe Encûmena Bilind a Referandomê civînekê lidar bixe û têde encamên referandomê û pêngavên bê yên Herêma Kurdistanê, herweha helwestên Iraq û civaka navdewltî gotûbêj bike, ji bilî wê jî biryar e navê wê Encûmenê were guhertin.

Encûmena Bilind a Refrandomê ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve tê serpereştîkirin û ji bilî Tevgera Goran û Komela Islamî, tevahiya partî û pêkhatên Kurdistanê têde beşdar in.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button