Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mogerînî dilgiraniya xwe beramberî bûyerên Kerkûkê ragihand

Yekîtî Media 17/10/2017

Berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogerînî, di pêwendiyeke telefonî de li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, dilgiraniya xwe beramber wan aloziyan da xuyakirin, ku di encama operasyona hêzên Iraqî de çêbûn.

Mogerînî diyar kir, ku pêwîst e bi awayekî guncayî kar bi destûra Iraqê bê kirin ji bo bidestxisitna aramiya demdirêj û yekîtiya welat û xwe dûrkirin ji bikaranîna hêzê, herweha daxwaz ji hemû aliyan kir ku li diyalogê vegerin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button