Break newsHevpeyvînslide

Mistefa Ozçelîk: alaya Kurdî simboleke Kurdistanî ye, û şewitandina wê li Amûdê cihê şermezariyê ye

Yekîtî Media 9/12/2016

Mistefa Ozçelîk sekretêrê partiya Azadiya Kurdistanê PAK di hevpeyvînekê de taybet bi malpera Yekîtî Media , şewitandina alaya Kurdî li bajarê Amûdê bi tundî şermezar kir, herweha tekezkir ku divê kesên van kiryaran dikin bêne sezakirin.

Ozçelîk got, alaya kurdî simboleke Kurdistanî ye ji hemû miletê kurd re, ji sala 1919 wek alayake netewî hat bijartin , herweha ew alaya komela Xoybon bû, û ya komara Kurdistan li bajarê Mehabadê bû, bi serokatiya nemir Qazî Mihemed.

Derbarî siyasetên PYD li rojavayê Kurdistanê, Ozçelîk got, PYD siyaseteke dîktatorî li Rojavayê Kurdistanê dimeşîne, dûrî azadî û dîmokrasiyê ye, di dema ku ev mejiyê dîktatorî ji cîhanê tê jinav birin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button